14 girtîyên îranî dê ji Hewlêrê bo Îranê bên veguhestin
Serokê Beşa Navnetewî ya Dezgeha Dadwerîyê ya Komara Islamî ya Îranê digel desteyekê gihîşt şarê Hewlêrê.
Kazim Xerîbabadî ku li gorî gazîkirina Konseya Bilind a Dadwerîyê ya Iraqê çûye vî welatî, li Hewlêrê bi Serokê Konseya Dadwerîyê û Wezîrê Karên Navxwe yên Herêma Kurdistana Iraqê ra hevdîtin pêk anî û çû seredana girtîyên îranî yên li 2 zîndanan û pirsgirêkên wan ji nêzîk va şopand.
Xerîbabadî di eynî demê da Serokê Dezgeha Mafên Merivan a Îranê ye û Serkonsulê Îranê Reşnûdî, Serokê Rêxistina Girtîgehên Îranê Mihemedî û Serokê Dezgeha Dadwerîyê ya parêzgeha Kurdistanê jî di vê civînê digel wî da bûn.
Di vê seredanê da biryar hat dayîn ku di çarçova rêkevtimaneyên Îran û Iraqê da, demajoya veguhestina cezalêbirrîyan û radestkirina sûckaran were lezandin û Komxebata Dadwerîyê ji bo kivşkirina pirsgirêkên hiqûqî û dadwerîyê yên her du alîyan were pêkanîn û rêbaz û rêçare bên ravekirin.
Şayanî gotinê ye ku dê 14 cezabûyîyên îranî di demeke nêîk da ji zîndanên Herêma Kurdistana Iraqê bo Îranê bên veguhestin.