Sibat 01, 2023 15:17 Asia/Tehran
  • Dahênan | Amûra pîvandina rêjeya rîşalê li nav xureka teyr û ajelan hat çêkirin

Lêkolerên Kompaniyeke Zanistbingeh li Îranê karîn ku amûra pîvandina rêje û qasa rîşal anku fîberên li nav xureka ajel û balindeyan erzantir ji nimûneya wê ya derveyî çê bikin.

Li gorî rapora Mehr News’ê, “Seyid Reza Muhemedî” Rêveberê Giştî yê kompaniyeke zanistbingeh di warê berhemanîna amûr û alavên têkildarî xureka ajel, teyr, çandinî û pîşeyên xwaremeniyê da got: “Li vê kompaniyê alav û amûrine cûr bi cûr weke Kjeldahl’a Dawerivandin anku Teqtîrê, Kjeldahl’a Mehandina Xwarinê, Ceka (Lîfter) “Scrubber”, Soxhlet’a Tevav-Automatîk û Analîzkera Fîberan tên çêkirin.”

Wî bi gotina vêya ku Analîzkera Fîberan berhemeke vê kompaniyê ye, got: “Bi alîkariya vê amûrê em dikarin bi lez û baldariyeke zêde beşên rîşalî anku fîberî yên xureka ajel û balindeyan bipîvin.”

Wî got: “Ev amûr ji bo pîvandina rêjeya rîşalê li nav xwarina mirovan jî dikare were bikaranîn.”

Li gorî gotina Muhemedî, Ev amûr vê derfetê dide bikarênerê xwe ku 21 nimûneyan bi awayê hevdem binirxîne. Wî got: “Derxistin û pîvandina fîbera xav, tayînkirina rêjeya fîberan li madeyên paqijker û şoyer ên asîdî û bêla ji taybetmendiyên din ên vê berhemê ne.”

Seyid Reza Muhemedî her wiha got: “Encamên deqîq û rêjeya kêmtir a jikarketin û xerabûnê, pergalbûn bi henefê (muslix) valakirinê yê dije-asîd, hênikkera bêyî hewcetiya bi avê, elementa ku ceryana kêmtir bi kar tîne, Timer’a dîjîtal, pergala dîjîtal a kontrolkirina tînê û kêmbûna lêçûna testê ji serpişkî û başitiyên vê amûrê ne.”

 

Serepeyv