Çile 29, 2023 18:46 Asia/Tehran
  •  Wezîrên Karên Derve yên Îranê û Qeterê hevdîtin û gotûbêj kirin

Wezîrê Karên Derve yê Qeterê bi Wezîrê karên Derve yê Îranê re hevdîtin pêk anî û derbarê meseleyên li gor elaqetên her du aliyan gotûbêj kir.

“Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî”, Wezîrên Karên Derve yên Qeterê ku roja Yekşemiyê sefera Tehranê kiriye, bi Hisên, Wezîrê Karên Derve yê Îranê re derbarê meseleyên dualî, navçeyî û navneteweyî behs û gotûbêj kir.

Werzîrên karên Derve yê Îran û Qeterê di mehên derbasbûyî de sê caran di gotûbêja telefonî de meseleyên cûr bi cûr ji wan berfirehkirina peywendiyên her du welatan û mijarên navçeyî hilkolandibûn.

 Li gor vê raporê, Wezîrê Karên Derve yê Qeterê di sefera Tehranê ji xeynî hevdîtina bi Wezîrê karên Derve re, yê bi hejmarek ji rayedarên pilebilind ên Îranê re jî rawêjkariyê bike.

Qeter ji wan welatan e ku di ewlewiyeta siyaseta derve ya Îranê de ye û lêkolînek ser dîroka peywendiyên her du welatan nîşan dide têkliyên Tehran-Dûhayê her tim kûr û ber bi pêş bûne.

 

Serepeyv