Wezîrê Karên Hundur ê Îranê: Armanca êrişkerê ser balyozxana Azerbaycanê kesane bû
Wezîrê Karên Hundur ê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Armanca êrişkerê ser balyozxana Komara Azerbaycanê li Têhranê, arman û qesdeke kesane bû.
Wezîrê Karên Hundur ê Komara Islamî ya Îranê Ehmed Wehîdî ji ber bûyera li balyozxana Komara Azerbaycanê ya li Têhranê heyf û mixabinîya xwe dîyar kir û got: Armanca êrişkerê ser balyozxana Komara Azerbaycanê li Têhranê, arman û qesdeke kesane bû.
Wehîdî herwiha got: Li gorî raporan û mukurhatina kesê êrişker, ew bûyera tam babeteke kesane bûye û divê were şopandin.
Wezîrê Karên Hundur ê Komara Islamî ya Îranê herwiha sersaxî da malbata welatîyê Komara Azerbaycanê ku di encama vê bûyerê da hat kuştin.
Duh 27ê Çillê kesekî bi şekê êrişî balyozxana Komara Azerbaycanê ya li Têhranê kir ku di encamê da berpirsê nobedarîya avahîya balyozxanê hat kuştin û 2 nobedar jî birîndar bûn.