Seredana rêberê qedigrian ê şoreşa islamî ya Nîşangeha Berhemanîna Navxweyî
Hezretê Ayetullah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî ya Îranê îro 3 sietan li beşên curbicur ên Nîşangeha Berhemanîna Navxweyî gerrîya.
Nîşangeha Berhemanîna Navxweyî bi boneya durişma salê yanî Sala Berhemanîna Zanistbingeh û Pîşesaz hat lidarxsitin.
Li vê nîşangehê berhemên bi saya şîyanên navxweyî di warên curbicur da hatine çêkirin ji wan di warên kan û keşf. dîcîtal û telekom, setlayt, maşîn, xwarek û tranzît, avahîsazî, nift û petroşîmî, kel û pelên malê, ceryan û hêzgeh, lêkirina bendavan û teknolojîya agahî û peywendîyan, hatine nimandin.
Hezretê Ayetullah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî ya Îranê îsal ango sala 1401 a koçî- tavî sala Berhemanîna Zanistbingeh û Pîşesaz bi nav kir û pêşxistina şirketên zanistbingeh rêya herî baş ji bo pêkanîna derfetên karkirinê yên nû zanî.