Holêylana Îlamê; 10 polên dersê yên nû li atmosfera perwerdehiyê tên zêdekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339080-holêylana_Îlamê_10_polên_dersê_yên_nû_li_atmosfera_perwerdehiyê_tên_zêdekirin
Qayîmmeqamê Şaristana Holêylanê ya Parêzgeha Îlamê got: Di Dehika Fecrê ya îsal da dê sê dibistan bi 10 polên dersê li vê şaristanê bên vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2023 12:41 Asia/Tehran
  •  Holêylana Îlamê; 10 polên dersê yên nû li atmosfera perwerdehiyê tên zêdekirin

Qayîmmeqamê Şaristana Holêylanê ya Parêzgeha Îlamê got: Di Dehika Fecrê ya îsal da dê sê dibistan bi 10 polên dersê li vê şaristanê bên vekirin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Kûroş Êwezî roja Pêncşemiyê got: "Çêkirin û nûvekirina atmosferên perwerdehiyê li Şaristana Holêylanê hewcetî û ewlewiyeteke bingehîn e û di vî warî da me xebata sê projeyên avedankirinê dest pê kirine."

Wî got: "Aniha 9 proje li Şaristana Holêylanê di pêvajoya cihanînê da na; ji van projeyan, dibistana 6 polî ya gundê Şêrawendê, dibistana 3 polî ya gundê Piyaz-Abadê û dibistana 2 polî ya gundê Şaranê di Dehika Fecrê ya îsal da dê bên vekirin."

Hêjayî gotinê ye, Şaristana Holêylanê ku bajarê Tohîd'ê navenda wê ye, li 120 kîlomitriya bajarê Îlamê ye.