Çile 26, 2023 19:46 Asia/Tehran
  • Tekeziya “Koma Hevaltiyê ya Meclîsên Îran û Tirkiyê”  ser berfirehkirina hevkariyan

Nûnerên Koma Hevaltiyê ya Meclîsên Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiyê li Enqereyê hevdîtin pêk anîn û derbarê berfirehkirina hevkariyan gotûbêj kirin.

 Adil Necefzade, Serokê îranî yê Koma Hevaltiyê ya Meclisên Îran û Tirkiyê got: “Ji ber dîplomasiya giştî ya meclîs û hikûmeta Îranê derehq berfirehkirina peywendiyên aborî û danûstandinên ticarî tev welatên cîran, meclîsên her du welatan, bernameyeke bi armanc bo zêdekirina asta ticarî û asoya 30 milyar dolarî di salê de dişopînin.”

 Usman Nûrî Gulaçar, Serokê tirkiyeyî yê Koma Hevaltiyê ya Meclisên Tirkiyê û Îranê jî ser dewama demajoya gotûbêjên parlemanê teqez kir û got: “Biryarên cidî di çarçoveya berfrehkirina hevkariyan hatine dayîn.”

Nûnerên Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê di dawiya muzakireyên digel nûnerên Parlemana Neteweyî ya Tirkiyê tev “Mustefa Şentop”, Serokê parlemana Neteweyî ya Tirkiyê hevdîtin û gotûbêîj kirin.

 Her wiha li gor rêketinekê biryar e dora din a muzakireyên Koma Hevaltiyê ya Nunerên Meclisên Îran û Tirkiyê bi mazûvaniya Tehranê were lidarxistin.

 

Serepeyv