Çile 20, 2023 14:49 Asia/Tehran
  • “Komara Îslamî ya Îranê ji bo yekalîkirina Rêketinnameya Navokî amade ye”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: “Komara Îslamî ya Îranê ji bo serhevda-dayîna Rêketinnameya Navokî ya bêyî pêşmerc amade ye ta ku di çarçova gotûbêjên berê da, pêngava dawîn bê rakirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr-Ebdullahîyan di hevpeyvîna digel Televîzyona TRT’yê da derbara demdirêjbûna muzakireyên derbara Rêketinnameya Navokî û rakirina boykotan da got: “Ji alîyekî va amerîkîyan peyam dan Îranê ku ji bo rakirina pêngava dawîn amade ne, ji alîyê din va peyam didan xwenîşanderên li Îranê ku ji bo wan ne Rêketinnameya Navokî belkî rewşa Îranê û ajawegêrî ewlewîyet e.”

Emîr-Ebdullahîyan derbara şerê Ukraynê û idiayên pûç ên têkildarî alîkarîya leşkerî ya Îranê bo Rûsiyê di vî şerî da jî got: “Şerê li Ukraynê di rewşeke lihevalîyayî da ye û hin ramangehên peywendîyên navneteweyî li welatên rojavayî ser vê bawerê ne ku şerê Ukraynê destpêka nû ya dîroka peywendîyên navneteweyî ye.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku helwesta Komara Îslamî ya Îranê ji destpêkê va dijî şêrr bûye û dixwaze ku ew kêşeya bi şêwazeke sîyasî were çareserkirin û Têhran kiryarên handêr ên NATO û hin welatên roajvayî hegera bingehîn û girîng a vî şerî dizane.

 

 

Serepeyv