Çile 17, 2023 17:08 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahiyan bi Receb Teyîb Erdogan ra hevdîtin pêk anî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Enqereyê bi serokkomarê Tirkiyê ra hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora ISNA'yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan ku îro ji bo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên payebilind ên Tirkiyê ra di serê desteyeke siyasî serdana Enqereyê kiriye, beriya hevdîtina bi Erdogan ra, digel Mewlûd Çawûşoxlû hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî ra jî hevdîtin pêk anî.

Ji mijarên sereke yên gotûbêja rayedarên Tehran û Enqereyê, amadekirina pêdiviyên serdana Seyid Îbrahîm reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Tirkiyê û vekolandina alûgorên herî dawî yên Rojavayê Asyayê, Qefqaza Başûr û gotûbêjên vê dawiyê yên navbera Tirkiye û Sûriyê ne.

Serepeyv