Çile 08, 2023 19:44 Asia/Tehran
  •  Reyîsî: “Têkiliyên Tehran û Moskowayê stratejîk in”

 Serokê Komara Îslamî ya Îranê, di merasima dayîna belgeya pêbaweriyê ya balyozê nû yê Rûsiyê li Tehranê de teqez kir: “Peyweniyên Tehran û Moskowayê stratejîk in û her du welatan zemîneyên baş bo hevkariya di warên curbicur de hene.”

Seyd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro di merasima dayîna belgeya pêbaweriyê ya Alexey Dedov, Balyozê nû yê Rûsiyê, têkiliyên Tehran û Moskowayê stratejîk nirxand û teqez kir: “Îran û Rûsiyê zemîneyên baş bo hevkariya dualî, navçeyî û navneteweyî hene.”

Serokkomarê Îranê di vê hevdîtinê de bal kişand ser berfirehbûna hevkariyên dîplomatîk ên her du welatan û ser pêwîstiya pêkhatin û xurtkirina hevkariyên stratejîk ên aborî navbera Îran û Rûsiyê jî teqez kir.

 Reyîsî ser zêdebûna têkiliyên dîplomatîk ên Tehran û Moskowayê û ser pêwîsiya pêkhatin û xurtkirina hevkariyên stratejîk ên aborî navbera Îran û Rûsiyê teqez kir.

Alexey Dedov, Balyozê nû yê Rûsiyê li Îranê jî di vê mersimê de zêdebûna berdewama hevkariyên giştalî yên aborî ji ewlewiyetên bernameya karê xwe da zanîn û got: “Hevkariyên stratejîk ên aborî navbera Îran û Rûsiyê bûne sedem welatên Rojavayî ji siyaseta boykotkirinê dilsar bibin.”

 

 

Serepeyv