``Îran di warê top û mûşekan di rêza zilhêzên cîhanê da ye``
Cîgirê Hevdengkerê Hêza Bajyî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê got: Îran di warê topxanê û nemaze yekîneyên mûşekî di rêza hêzên sereke û pêşeng ên cîhanê da ye.
Generalê Duyê Elîekber Pûr-Cemşîdîyan di kombûna têkoşerên berevanê tirbên ehli beytê (S) li parêzgeha Isfehanê da dîyar kir ku yekîneyên topxanê yên Îranê di salên piştî Berevanîya Pîroz da asta wan hat jordabirin û roja îro biroj in û got: Yekîneya topxanê, yek ji çiqên herî pispor, teknîkî û zanistî di nav çiqên leşkerî da ye û hêzên leşkerî yên herî ciwan û bijare di vê çiqê da çalak in.
Cîgirê Hevdengkerê Hêza Bajyî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê got: Di salên Berevanîya Pîroz da operasyon ser bingeha fikir û tivdîrên zanistî yên fermandeyan dihatin darêştin û roja îro jî em bi palpiştîya hêzên xwecî, asta şîyana berevanîyê jorda dibin.