Serdar Silêmanî; Qaremanê cîhanî yê şerrê dijî terorîsmê
Îro sêşemî 3`ê Çileya 2023`an hevgavê 13`ê meha Dêyê ya sala 1401`an a koça tavî, salvegera şehadeta serdarê sipehbod, Qasim Silêmanî, fermandê hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Şorişa Islamî û roja cîhanî ya Berxwedanê ye.
Serdarê sêpehbod, Qasim Silêmanî, fermandê hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Şorişa Islamî, 3`êÇilleya sala 2020`î di halekê da ku ser vexwendina fermî ya rayedaên Iraqê seredana wî welatîkiribû, di encama êrişa hewayî ya hêzên destdirêjker û terorîstên amerîkî nêzî balafirgehaBexdayê, ligel Ebû Mehdî Muhendis, alîkarê serokê Heşdi Şeibiyê û 8 hevrêyên wî şehîd bû.Şehîd Silêmanî, Seyil Ul Şuhedayê Berxwedanê di hemî temenê xwe yê pirrbereket wekîfermandê sipaha îsalmê bi salan bi serûberkirina hêzên besîca gelanî li welatên Iraq û Sûriyê,aramî û ewlehiyê diyarî gel kir. Hezretê ayetulah Xamineyî, rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî,piştî şehadeta serdar Silêmanî li peyamekê got: Bi salan mucahideta muxlisane û bi wêrektî diqadên şerrê dijî şeytan û şerûtên dinyayê û bi salan hêviya şehadeta di rêya Xwedê da, serêdawiyê Silêmaniyê ezîz gîhandin vê pileya bilind û xwîna wî ya paqij bi destê mirovên herîdilreq hat rijandin.Rêberê qedirgiran ê Înqilaba Îslamî amajeyî vê yekê kir ku şehîd Silêmanî kesekî nasyar êberxwedanê di gişt cîhanê bû û hemî hezkiriyên berxwedanê wê tola xweîna wî hilînin, herwihagot: Divê hemî dost û dijmin bizanibin ku xeta cîhada berxwedanê bi moraleka zaf wêberdewam bibe û serketina webirr li benda mucahidên vê rêya pîroz e.