Şandina kelûpelan ji gumrika Xosrewî sedî 28 zêde bûye
Çavdêrê gumrikan ê parêzgeha Kirmanşanê ya Îranê ragihand ku şandina kelûpelan ji gumrika Xosrewî sedî 28 zêde bûye.
Bextiyar Rehmanîpûr, birêvebirê gumrika Kirmanşanê got: Di 9 mehên buhurî da nêzî 622mîlyon dolar kelûpel bi kêşa mîlyonek û 600 ton ji gumrika Xosrewî bi Iraqê hatine şandin kuanegorî dema wek wê ya sala par sedî 28 zêde bûye. Rehmanîpûr got ku para zêde ya berhemênku ji rêya gumrika Xosrewiyê ve bo derve hatine şandin ev in: Mîlgird û hesin, kaşî û sêramîk,gevirên avahîçêkirinê, amanên ku carekê tên bikaranîn û boriyên ku di çêkirina avahiyan de bikar tên.Parêzgeha Kirmanşanê bi giştî 371 kîlometre sînorê hevpar bi Iraqê re heye û li ser vê sînorê, 2sînorên fermî û 5 bazarên sînorî çalak in û her salê zêde ji bayê 3 mîlyard dolar kelûpel ji vansînoran ji welêt tên şandin. Sînorê Xosrewî ketiye 20 kîlometriya Qesrê Şîrînê û xwediyêtermînala bejahî ya herî mezin a rojava Asyayê ye û berî pişkek ji Rêya Hermûşê bûye kuXosrewî- Munzeriye rêya sereke ya ber bi cadeya Bexdaya paytexta Iraqê ye û bi vê rêyê digihîjewelatê Sûriyê û li dawiyê Bendera Helebê li perrava deryaya Mêdîteranê.