Nirxa hinardekirina kelûpelan ji Gumrika Xorasana Bakur sedî 194 zêde bû
Rêveberê Gumrika Xorasana Bakur got: Di 9 mehên destpêkê yên sala 1401ê (Koça Hetawî) da bi qasî 108 miliyon û 954 hezar dolar kelûpelên ne-niftî ji vê parêzgehê bo derveyî welêt hatin hinardekirin ku anegorî sala par sedî 194 zêde bûye.
Li gorî rapora IRNA'yê, Ebas Baqirî Rêveberê Gumrika Xorasana Bakur got: Di vê heyamê da zêde ji 153 hezar ton kelûpel bi nirxa 108 miliyon û 954 hezar dolaran bi rêya gumrika parêzgehê hatin hinardekirin ku anegorî sala pêştir ji hêla giraniyê va sedî 248 zêde bûye.
Wî got: Kelûpelên hinardekirî pêkhatî ji berhemên Petrokîmyayê (gunreya ure, Podreya Krîstal Melamîn), parçeyên pola, alûmîniyûm, pelikên lûfik (sfencî), berhemên lak, dûşava bacansor, kanav, zeferan, blokeyên beton, asîd Sîtrîk, Hîdroksîd Sodyûm, kansenga hesin, Boksîta Şeylî û Granol e.
Rêveberê Gumrika Xorasana Bakur got: Ev kelûpel herî zêde bo Efxanistan, Komara Azerbaycanê, Gurcistan, Îtalya û Iraqê hatine hinardekirin.
Baqirî derbarê îdxalkirina kelûpelan bo vê parêzgehê bi rêya gumrikê jî got: Di vê heyamê da zêde ji 76 hezar ton kelûpel bi nirxa 49 miliyon û 700 hezar dolarî derbasî parêzgehê hatin kirin ku ji hêla giraniyê va sedî 301 û ji hêla nirxê va sedî 28 zêdebûnê nîşan dide.
Wî her wiha got: Para zêde ya kelûpelên îdxalkirî Çiraya destan, parçeyên Kompresorê, dezgeha reşandina toxim, kansenga alûmîniyûmê, goştê mirîşkan ê qerisî, makîneyên qalibgirtinê û hêlên berhemanînê, Kûlêr û Splît,Nîkêl, qumaş, şekera xav, birinc û hwd in.