Kanûn 29, 2022 15:33 Asia/Tehran
  • 14 lêkolerên îranî di rêza lêkolerên lêveger ên cîhanê da cî girt

14 lêkolerên îranî di rêza lêkolerên ku gellekî dibin lêveger ên sala 2022an da cî girt. Lêkolerên ku yek ji hezarê lêkolerên cîhanê di sala 2022an da pêk tînin.

Seyîd Ehmed Fazilzade Serokê Dezgeha Lêvegerînê ya Zanist û Lêkolîna Teknolojîyê (ISC) got: Hejmara lêvegerbûnê ya nivîsarên ku zêde dibin lêveger û çavkanî, yek ji pîvanên sereke di bijartina lêkolerên rêzên pêşîn ên pirrlêveger li cîhanê da ye. Ew nivîsar li gorî belgeyên lêvegerbûnê yên hatine wergirtin, di rêza sedî yekê pêşîn di yek an çend waran da ne ku li malpera Web Of Science’ê hatine tomarkirin. “Hejmar û asta lêvegerbûnên yên hatine wergirtin” û ”wergirtina hemî nivîsaran” ji pîvanên sereke di bijartina wan lêkoleran da ne.

Ji hêla din va, 9 endamên Desteya Zanistê ya Zanîngeha Ûrmîyê, li bakur-rojavayê Îranê, di rêza lêkolerên pirrlêveger ên sedî yekê cîhanê da cî girt.

Li gorî ragihandina Serokê Beşa Lêkolînê ya Malpera Lêveger a Zanistên Cîhana Islamê, 9 endamên Desteya Zanistê ya Zanîngeha Ûrmîyê, di rêza lêkolerên pirrlêveger ên sedî yekê cîhanê da cî girt.

 

Serepeyv