Kanûn 28, 2022 14:44 Asia/Tehran
  •  Wezîrê karên derve yê Îranê bi siltanê Omanê ra hevdîtin pêk anî

Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê bi siltanê Omanê ra hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRNA'yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina digel Heysem Bin Tariq Alê Seîd siltanê Omanê, peyama serokê Komara Îslamî ya Îranê pêşkêşî wî kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê ku şeva derbasbûyî gihîşte Omanê, dema daketina li balefirgeha Meqsetê ji nûçegihanan ra gotibû ku ew hilgirê peyama Seyid Îbrahîm Reyîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê bo siltanê Omanê ye.

Hêjayî gotinê ye ku serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyama xwe da siltanê Omanê vexwendiye ku serdana Îranê bike.

Heysem Bin Tariq di vê hevdîtinê da hêviya xwe diyar kir ku ew ê di pêşerojeke nêzik da serdana Îranê bike.

 

Serepeyv