4 kes ji sebebkarên ajawegêriyên li meydana Inqlab a Têhranê hatin desteserkirin
Rêxistina Lêzanîn û Ewlehîyê ya Fermandetiya Hêzên Berevanê Ewlehîya Bajarê Têhranê ragihand ku 4 sebebakrên ajawegêriyên meydana Inqilab a Têhranê hatin desteserkirin.
Rêxistina Lêzanîn û Ewlehîyê ya Fermandetiya Hêzên Berevanê Ewlehîya Bajarê Têhranê îro di daxûyanyekê de ragehand: Bi hewildana bi şev û roj û pisporiya erkdarên wê rêxistinê çar lîdêr û sebebkarên sereke yên ajawegêriyên li meydana Inqilab a Têhranê hatin destserkirin.
Di vê daxûayniyê de hatiye, îro dijmin û kesên dijberê inqilabê bi komplo û şerxwzaiyê û herwiha bi lihevxistina ewlehiya giştî ya xelkê li dû pêkanîna alozî û nearamiyê li welêt in ku di vê çarçoveyê de hinek daxûyanî bi naverokên nerazîbûnê û bona birêxistina ajawegêriyan di halê pêkhatinê de ne.
Li gor nûçeyeke din, Serdar Sertîp Muhemed Qenberî, Fermandeyê Ewlehiyê yê Parzêgeha Sîstan û Belûçistanê rageahnd ku 17 çek û 120 tifing li vê parêzêgehê hatin keşfkirin û got: Têkildarî vê meselê, 10 tawanbar hatin desteserkirin û ji wan re dosiya dadweriyê hatiye vekirin.
Derketina ajawegêriyan bi mehneya candayîna Mehsa Emîniyê, cardinê bû sedem ku dijminên biyanî yên Komara Îslamî ya Îranê ewê babetê bikin derfetek ji bo destêwerdana di karûbarên navxweyî yên Îranê de û handana zêdetir a nakokiyan.