599 hezar babetên peredana Sedeqeyê bi rêya Koreya QR'ê hatin tomarkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338283-599_hezar_babetên_peredana_sedeqeyê_bi_rêya_koreya_qr'ê_hatin_tomarkirin
Rêveberê Hevahengkirina Karûbarên Cihanîna Beşdariyên Gelanî yê Komîteya Îmdadê qala zeliqandina labela Kodeya QR'ê li ser Sindoqên Xêrat û Sedeqeyan kir û got: 599 babetên peredana bo xêrat û Sedeqeyan bi rêya Kodeya QR'ê hatine tomarkirin.
(last modified 2026-09-02T15:58:59+00:00 )
Kanûn 22, 2022 12:24 Asia/Tehran
  •  599 hezar babetên peredana Sedeqeyê bi rêya Koreya QR'ê hatin tomarkirin

Rêveberê Hevahengkirina Karûbarên Cihanîna Beşdariyên Gelanî yê Komîteya Îmdadê qala zeliqandina labela Kodeya QR'ê li ser Sindoqên Xêrat û Sedeqeyan kir û got: 599 babetên peredana bo xêrat û Sedeqeyan bi rêya Kodeya QR'ê hatine tomarkirin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Komîteya Îmdadê, Husên Gîlasî Rêveberê Hevahengkirina Karûbarên Cihanîna Beşdariyên Gelanî yê Komîteya Îmdadê tevî amajeya bi alîkariya 469 miliyar tomanî ya gelê di beşa xêrat û sedeqeyan da di heyama 8 mehên destpêkê yên sala 1401ê da, got:  Rêjeya xêratên gelanî di sala 1401ê da pêka heyama 8 mehî ya sala 1400î (Koça Rojî) sedî 18 zêde bûne.

Wî tevî şirovekirina beşa xêrata bi rêya dayîna pereyê next ji aliyê gel va got: Qasa alîkariyê bi rêya dayîna pereyê next ji sindoqên biçûk ên nav malan 211 miliyar û 900 miliyon toman, ji sindoqên mezin li cih û mekanan 15 miliyar û 100 miliyon toman, sindoqên mezin ên li kuçe û kolanan 82 miliyar û 700 miliyon toman û ji aliyên din babetî 63 miliyar û 600 miliyon toman bûye.

Rêveberê Hevahengkirina Karûbarên Cihanîna Beşdariyên Gelanî yê Komîteya Îmdadê bal kişande ser şêwazên nûjen ji bo wergirtina sedeqe û xêratan, got: Qasa alîkariyên pereyê next ji hemî rêyên nû pêkhatî ji Kodeya QR'ê, Kodeya Destûrî (USSD) û şêwazên din 373 miliyar û 400 miliyon toman bûye.

Wî derbarê zeliqandina labela Kodeya QR'ê û îcadkirina aboneya Kodeya QR'ê heta dawiya meha Abana 1401ê (derdora 20ê Mijdara 2022an), got: Pênc miliyon û 218 hezar û 463 Sindoqên Sedeqeyan di asta welêt da hene ku heta niha sê miliyon û 461 hezar û 756 labelên Kodeya QR'ê li ser sindoqên sedeqeyan ên biçûk hatine zeliqandin.