Kenanî bersiva gotinên beredayî yên Wezareta derve ya Amerîkayê yên Şeva Yeldayê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338278-kenanî_bersiva_gotinên_beredayî_yên_wezareta_derve_ya_amerîkayê_yên_Şeva_yeldayê_da
 Berdevkê Wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê di twîtekê de û di bersiva gotinên beredayî yên Wezareta derve ya Amerîkayê di Şeva Yeldayê de destnîşan kir: Welatê ku boykot û zext û zora herî zêde dijî gelê Îranê bi cih tîne, di Şeva Yeldayê de bo îraniyan rondikan dibarîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2022 10:37 Asia/Tehran
  • Kenanî bersiva gotinên beredayî yên Wezareta derve ya Amerîkayê yên Şeva Yeldayê da

 Berdevkê Wezareta derve ya Komara Îslamî ya Îranê di twîtekê de û di bersiva gotinên beredayî yên Wezareta derve ya Amerîkayê di Şeva Yeldayê de destnîşan kir: Welatê ku boykot û zext û zora herî zêde dijî gelê Îranê bi cih tîne, di Şeva Yeldayê de bo îraniyan rondikan dibarîne.

Nasir Kenanî Çarşemiyê bi şev di vê twîtekê de nivîsî: Amerîkayê ku alîgirê ajawegêrî û terorîzmê ye û boykotan cih tîne û zexta herî zêde li ser gelê Îranê disepîne, di Şeva Yeldayê de bo îraniyan hêsiran dibarîne.

Wî got: Hevpeyman û alîgirên terorîstên ku naskirî ne, baştir e devê xwe girêdin û di Şeva Yeldayê de bo çareserkirina qeyranên gelê xwe û welatê xwe û Rejîma Siyonîst fikrekê bikin.

"Ned" Price, Berdevkê Wezareta derve ya Amerîkayê  di peyamekê de bala xwe da ser Şeva Yeldayê û gotinên xwe yên mudaxilkerane derbarê Îranê bi hinceta Şeva Yeldayê dubare kirin û got ku dewleta Joe Biden yê siyaseta xwe ya işkestxwarî yanê zexta herî zêde dijî gelê Îranê bidomîne.