Emîr-Ebdullahiyan û Josep Borrell li navçeya Behr ul-Meyta Urdinê civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338243-emîr_ebdullahiyan_û_josep_borrell_li_navçeya_behr_ul_meyta_urdinê_civiyan
Wezîrê karên derve yê Îranê û Berpirsê Siyaseta Derveyî yê Yekîtiya Ewropayê civiyan û li ser mijarên eleqedar ên navçeyî û navneteweyî şêwirîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 20, 2022 11:14 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahiyan û Josep Borrell li navçeya Behr ul-Meyta Urdinê civiyan

Wezîrê karên derve yê Îranê û Berpirsê Siyaseta Derveyî yê Yekîtiya Ewropayê civiyan û li ser mijarên eleqedar ên navçeyî û navneteweyî şêwirîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Di hevdîtina Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îran û Josep Borrell Berpirsê Siyaseta Derveyî yê Yekîtiya Ewropayê da ku li navçeya Behr ul-Meyta (Deryaya Mirî) Urdinê hat lidarxistin, Elî Baqirî Kenî gotûbêjkerê payebilind ê Îranê û Enrique Mora hevahengkerê gotûbêjên Îranê û Koma 4+1ê jî beşdar bûn.

Husên Emîr-Ebdullahiyan ji bo beşdariya di civîna Baghdad-2'ê roja Sêşemiyê gihîşte Emana paytexta Urdinê.

Komcivîna Baghdad 2'ê bi beşdariya hejmareke serok û wezîrên derve yên wlatên cînar û hevkarên Iraqê bi mebesta raberkirina rêkarinan li ser meseleyên vî welatî, îro bi mazûvaniya Urdinê tê lidarxistin.

Armanca lidarxistina Komcivîna Baghdad-2'ê piştevanî û alîkariya Iraqê ji hêlên aborî û siyasî va ye. Bingeha vê civînê vekolandina rewşa Iraqê û welatên derdorê ye.