"Şerê aborî yek ji girîngtirîn berûlayên şerê dijmin ê hevdudanî dijî gelê Îranê ye"
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Şerê aborî yek ji girîngtirîn berûlayên şerê dijmin ê hevdudanî li dijî gelê Îranê ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Îbrahîm Reyîsî îro di konferansa çardehan a rêvebir û fermandeyên Biryargeha Avedankirinê ya Xatem ul Enbîyayê ku bi durişma “Biryargeha sozdar, avakirina zanistbingeh, Îrana xurt” li navenda konferansan a Nûr ul Riza (S) ya Têhranê hat lidarxistin, ji ber xizmetên 33 salan ên vê biryargehê di warê avedankirinê da, destxweşî lê kir.
Reyîsî di vê axavtinê da got: Roja îro dijmin dixwazin pêşîya iqtidara Îrana îslamî bigirin. Reyîsî bi gotina vê yekê ku roja îro di pîşeyên berevanîyê da bi çêkirina alavên herî zehmet em li navçe û cîhanê raser in, dîyar kir: Şanazîya Îranê tenê bi çêkirina mûşekan nîne, em bala xwe didin ser bihêzbûna di hemî waran da.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dijmin naxwaze ku em di warê aborê da serdest bin, lê bi karên Biryargeha Xatem ul Enbîyayê di warê avedankirin û aborê da dijmin bêhêvî bûne.
Reyîsî herwiha got: Xêrnexwaz dixwazin ku bi alozkirina rewşê, welêt mijûlî gêre û kêşeyan bikin û nehêlin ku pêşketin, avedankirin û xizmetguzarîya bo gel bên domandin, lê divê em bi moraleke xurttir gefê veguherînin derfetê.