Mijdar 30, 2022 13:02 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan û Çavûşoglu li ser gêreya li sînorê Tirkîye û Sûrîyê axivîn

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di peywendîyeke telefonî da, têkildarî dawîn rewşa herêmên sînorî di navbera vî welatî û Sûrîyê da û pevçûnên di navbera leşekrên Tirkîye û Sûrîyê da gotûbêj kir.

Hisên Emîr-Ebdullahîyan di gotûbêja digel Mewlûd Çavûşoglu da amajeyî vê yekê kir ku Komara Islamî ya Îranê dilnigeranîyên emnî yên Tirkîyê têdigihîje û pêgirîyê ser nehîştina wan dike û got: Pêkhatina vê yekê maye ser dewama gotûbêjên emnî di navbera her du welatan da û operasyona bejayî ne tenê alîkarîyê nade çareserkirina pirsgirêkan, belkî dê rewşê zêdetir aloz bike û bibe sedema zîyanê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di dewamê da ragihand ku Komara Islamî ya Îranê amade ye her cure alîkarîyekê bi merema çareserkirina sîyasî ya pirsgirêkên di navbera Tirkîye û Sûrîyê da raber bike. Wî her wiha got ku hevpêşeyê wî yê tirkîyeyî di vê gotûbêja telefonî da tevî ravekirina rewşê û helwestên welatê xwe hibmerî wê, ji ber rola avaker destxweşî li Komara Islamî ya Îranê kir û biryar hat dayîn ku ew peywendî bên domandin.

 

Serepeyv