Mijdar 11, 2022 22:30 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Me ti çekek ji bo bikaranîna di şerê Ukraynê da nedaye Rûsiyê

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Li gorî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY, me ti qedexeyek ji bo firotin û kirrîna çekan tune, lê me ti çekek ji bo bikaranîna di şerê Ukraynê da nedaye Rûsiyê.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê di têkiliya telefonî digel Nîkolay Mîlkov wezîrê derve yê Bolgaristanê têkildarî alûgorên Ukraynê got: Li gorî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY, me ti qedexeyek ji bo firotin û kirrîna çekan tune, lê me ti çekek ji bo bikaranîna di şerê Ukraynê da nedaye Rûsiyê.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Helwêsta me dijayetiya digel berfirehbûna NATOyê li navçeyê û şerê li Ukraynê ye û em ji bo agirbesê hewil didin.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha sipasiya Bolgaristanê ji ber şermezarkirina kiryara terorîstî ya DAIŞê li herema hezretê Şahçirax (S) li Şîrazê kir û li ser girîngiya peywendiyên dualî di bereberê sed û bîst û pêncemîn salvegera peywendiyên dîplomatîk navbera du welatan tekez kir.

Wezîrê derve yê Bolgaristanê jî di vê gotûbêja telefonî da tevî amajeya bi peywendiyên kevn û baş ên du welatan, li ser dewama hewildanan ji bo lidarxistina komîsiyona hevpar di sala 2023an da tekez kir.

Nîkolay Mîlkov sipasiya Wezîrê karên derve yê Îranê ji ber şiroveyên wî derbarê alûgorên Ukraynê û helwêsta Îranê ya dijayetiya digel dewama şêrr û şopandina rêkarên siyasî ji bo çareserkirina qeyrana Ukraynê kir û got: Dewleta Bolgaristanê hertim ji pêvajoya vejiyandina Lihevkirina Navokî û lihevkirina navbera Îranê û civaka navneteweyî piştgirî dike.

 

Serepeyv