Emîr-Ebdullahiyan: Peyama civîna Rêziknameya NY şermezarkirina boykota li ser welatên serbixwe ye.
Wezîrê karên derve yê Îranê armanca civîna koma dostên berevaniya ji Rêziknameya NY şandina peyameke cidî ji bo şermezarkirina yekalîtîşopî û boykotkirina welatên serbixwe ye.
Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê li kêleka "Yekemîn civîna hevahengkerên Koma dostên berevaniya ji Rêziknameya NY" da ku îro li Tehranê dest pê kir, di hevdîtina digel Êliyo Rûdrîguêz Pirdomo alîkarê wezîrê derve yê Kûbayê da tevî nirxandina erênî ya asta peywendiyên du welatan di warê siyasî da, li ser xurtkirina hevkariyan li beşên aborîyê li ser bingeha potensiyelên heyî û gihandina wê bo asta danûstandinên siyasî tekez kir.
Alîkarê wezîrê derve yê Kûbayê jî tevî sersaxîdan û şermezarkirina bûyera terorîstî li Şîraza Îranê, hin warên xurtkirina hevkariyên du welatan bi taybet di warê aboriyê da destnîşan kirin û ji aliyê wezîrê derve yê Kûbayê, Wezîrê karên derve yê Îranê ji bo serdana bo vî welatî vexwend.
Koma Dostên berevaniya ji Rêziknameya NY di sala 2021ê da bi armanca xurtkirin û berevaniya ji serkeftin û hitbara Rêziknameya NY bi beşdariya 19 welatan hat damezirandin.