Reyîsî: Vîna Îranê ji bo bihêzbûnê hegera komplogeriya dijminan e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê vîna welêt ji bo bihêzbûnê wek hegera komplogeriya dijminan zanî.
Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna çar saetî digel xwendekarên beşdar di yekemîn dewreya "Gerrên Rêwiyên Pêşketinê" da got: Xwendekarên îranî bi dîtina pêşketinên bidesthatî dê bizanin ku li her derê boykot û sînordarî hebûye, em bi vîna lêkoleran zêdetir pêş ketine û hema ev pêşketin û vîna ji bo bihêzbûnê ye ku dijmin ji bo plandarêştina komployên nû xistiye tevgerê.
Reyîsî her wiha got: Gelek pêşketinên Komara Îslamî ya Îranê hene ku pirraniya gel û heta beşeke zêde ya bijareyan zanyariyên tam û deqîq li ser wan tuneye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişande ser bûyerên vê dawiyê li welêt û got: Ajawegêrî û hewildana ji bo alozkirina Îranê ciyawaz e digel nerazîtiyê û teqez divê li dijî ajawegêrî û kesên ku nearamiyê pêk tînin, rawestin.
Reyîsî bi gotina vêya ku roja îro Îran û bajarên welêt ewleh in, got: Amerîkî û dijminên Îranê li dû vê bûn ku bi cihanîna mînakên karên xwe li Lîbya û Sûriyê, welêt nearam bikin; lê têk çûn.