Mijdar 01, 2022 14:52 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Destwerdana biyaniyan pirsgirêkên navçeya Qefqazê zêdetir dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vêya ku navçeya Qefqazê beşeke dîrok, şaristaniyet û çanda Îranê ye û got: Destwerdana biyaniyan dê pirsgirêkên navçeya Qefqazê zêdetir bike.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê piştî civîna bi Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê ra di press konferansa hevpar li navenda dîrokî-çandî ya Se'd Abadê, tekez kir: Serdana serokwezîrê Ermenistanê bo Komara Îslamî ya Îranê dê guherîneke girîng jibo xurtkirina du welatan be.

Reyîsî bi gotina vêya ku di çend mehên derbasbûyî da sedî 43 pêşketina peywendiyên bazirganî navbera Îran û Ermenistanê hat tomarkirin, got: Bidestxistina bazirganiya sê miliyar dolarî navbera Îran û Ermenistanê bi vîna du welatan tam pêkan e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku ewlehî û aştî li navçeya Qefqazê ji bo Îranê gelekî girîng e, got: Çareserkirina kêşeyên navçeyê divê bin destê berpirsên vê navçeyê pêk were û her cûre destwerdana biyaniyan li navçeyê li dewsa çareserkirina pirsgirêkê, dê wê zêdetir bike.

Reyîsî tekez kir: Potensiyelên navçeya Qefqazê dikarin ewlehiya mayînde û aştiyê li navçeyê misoger bikin.

Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê jî din vê press konferansê da tevî tekeziya li ser peywendiyên dîrokî yên du welatan, got: Komara Îslamî ya Îranê dikare sembola aşkira derbarê pêkvejiyana aştiyane ya du dînên ciyawaz be.

Paşîniyan bi gotina vêya ku gelek potensiyel ji bo berfirehkirina peywendiyên Îran û Ermenistanê hene, got: Di warê enêrjî, cotkarî, rêveberiya çavkaniyên avê û meseleyên jêrsaziyê gotûbêj  hat kirin ku divê bigihêjin encamê.

 

Serepeyv