Emîr-Ebdullahiyan pêşwaziya Wezîrê Derve yê Belarusê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337301-emîr_ebdullahiyan_pêşwaziya_wezîrê_derve_yê_belarusê_kir
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi fermî li Têhranê pêşwaziya hevtayê xwe yê Belarûsî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 26, 2022 16:36 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan pêşwaziya Wezîrê Derve yê Belarusê kir

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi fermî li Têhranê pêşwaziya hevtayê xwe yê Belarûsî kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan îro li Wezareta karên derve ya Îranê pêşwaziya Vladîmîr Makî wezîrê karên derve yê Belarûsê kir.

Emîr-Ebdullahiyan û Maki dê bi rojnamevanan re beşdarî civîneke çapemeniyê ya hevbeş bibin.

Wezîrên karên derve yên Îran û Belarûsê bo cara dawîn li kêleka 77`emîn civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê civiyan û mijarên dualî û pêşhatên navçê gotûbêj kirin.