Cotmeh 10, 2022 16:18 Asia/Tehran
  • Kenanî Çafî: Îran bersiveke bihêz dide her cûre zext û bacxwaziyê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Kiryara Îranê ya derbelêdana li baregehên komên dijber ên çekdar û cudatîxwaz li axa Herêma Kurdistana Iraqê li gorî qanûnên navneteweyî û rêziknameya NY ye.

Nasir Kenanî Çafî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê di civîna hefteyî digel nûçegihanan da derbarê êrîşa Hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li ser baregehên komên terorîstî li Herêma Kurdistana Iraqê, got: Kiryara Îranê ya derbelêdana li baregehên komên dijber ên çekdar û cudatîxwaz li nav axa Herêma Kurdistana Iraqê li gorî qanûnên navneteweyî û rêziknameya NY û li pey hemî kiryaran bûye ku Îranê pêştir pêk
anîne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê helwêstên neasayî yên welatên ewropî li ser ajawegêriyên vê dawiyê û êrîşa li ser balyozxaneya Îranê li Danîmarkê û kiryarên Wezareta derve di vî warî da, got: Li welatekî ku îdiaya demokrasiyê dike, dersên demokrasiyê dide yên din û şîretên exlaqî derbarê şêwaza danûstandina bi welatiyan ra raber dike, rê didin ku kesekî êrîşkar bi çeka sar derbasî balyozxaneyê bibe û gefê li balyozê Îranê bixwe û êrîşî bike û karmendê balyozxaneya Îranê birîndar bike.

Serepeyv