Cotmeh 08, 2022 09:14 Asia/Tehran
  • Vexwendina Balyozê Danîmarka bo Wezareta Derve ya Îranê

Piştî êrîşa roja Înê ya êrîşkarek bi çekên sar ser balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Danîmarka, balyozê vî welatî bo wezareta karên derve ya Îranê hat gazîkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Piştî êrîşa roja Îniyê ya bi çeka sar bo ser balyozxana Komara Îslamî ya Îranê li Kopenhagê, ku tehdîda balyozê Îranê xwar, yek ji karmendên xwecî yê balyozxanê birîndar bû û wesayîtên balyozxanê jî zirar dîtin, Balyozê Danîmarkayê ji aliyê Midûrê Giştî yê Rojavayê Ewropayê yê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve bo vê wezaretxanê hat gazîkirin.

Di vê hevdîtinê de, asta nerazîbûna fermî ya li hember nebûna ewlehiya balyozxane û dîplomatên Îranê ji balyozê Danîmarkê re hat ragihandin.

Her di vê hevdîtinê de tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku li gor peymana Viyenê, berpirsatiya hikûmeta mêhvan di vê derbarê de diyar e û bi tundî tê çaverêkirin ku hikûmeta Danîmarka pabendî erkên xwe yên navnetewî derbarê asayîşa cihên dîplomatîk de be.

Di bersivê de Balyozê Danîmarka lêborîna xwe ji bo rûdana hanê xwest û tekez kir ku, tedbîrên ewlehiyê dê piştî vê bûyerê bihêztir bibin û berdewam bin û dê yekser rewşê ji Kopenhagê re ragihînin.

Serepeyv