Cotmeh 05, 2022 09:47 Asia/Tehran
  • Balyozê Brîtanyayê li Îranê bo Wezareta karên derve hat bangkirin

Balyozê Brîtanyayê li Îranê bo Wezareta karên derve hat bangkirin.

Wek berteka li hemberî gotinên bi nîşana destwerdanê yên rayedarên Wezareta karên derve ya Brîtanyayê, Simon Shercliff Balyozê Brîtanyayê li Îranê roja Sêşemiyê bo Wezareta karên derve hat bangkirin.

Li gorî rapora ISNAyê, Rêveberê gişt ê Ewropaya Rojava li Wezareta karên derve ya Îranê di hevdîtina bi Balyozê Brîtanyayê li Îranê da got: Komara Îslamî ya Îranê destwerdana Wezareta derve ya Brîtanyayê li karên navxweyî yên Îranê bi rêya gotinên sexte û handêr red dike û bi awayê vebirr şermezar dike.

Rêveberê gişt ê Ewropaya Rojava li Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Aliyê brîtanyayî bi dayîna daxuyaniyên yekalî nîşan dide ku di pratîkê da pişk û para wî di senaryoyên dijberên ku li vî welatî li dijî Komara Îslamî ya Îranê dixebitin, heye.

Li gorî gotina Rêveberê gişt ê Ewropaya Rojava li Wezareta karên derve ya Îranê, Komara Îslamî ya Îranê bijardeyên pêkan ji bo berteka li hemberî her cûre kiryara neasayî ya aliyê brîtanyayî dê berçav bigire.

 

Serepeyv