Cotmeh 03, 2022 14:30 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Ajawegêrî û ne-ewlehkirin, plana Amerîka û rejîma siyonîst a sexte û xesbker bûn

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî din rêûrisma hevpar a bidawîhatina perwerdehiya xwendekarên zanîngehên hêzên çekdar da tekez kir: Ajawegêrî û ne-ewlehkirin plana Amerîka û rejîma siyonîst a xesbker û sexte bûn û meaşgirên wan û hin îraniyên xayîn li derve alîkariya wan kir.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Duşemiyê di rêûrisma hevpar a bidawîhatina perwerdehiya xwendekarên zanîngehên efseriyê yên Hêzên çekdar da bi axaftineke girîng bal kişande ser bûyerên vê dawiyê û tekez kir: Gelê Îranê di vê bûyerê da jî weke bûyerên din tam bihêz xuya kir û di pêşerojê da jî dê wiha be û di pêşerojê da jî her cihekî ku dijmin bixwazin kêşeyekê çê bikin, ê ku zêdetir ji hemiyan raweste, dê gelê Îranê yê mêrxas û momin be.


Wî gelê Îranê wekî mewlayê xwe hezretê Emîr ul-Mominîn Elî (S) miletekî mezlûm û di eynî demê da bihêz da zanîn û got: Di vê bûyera ku qewimî da, keçeke cewan koça dawî kir ku dilê me jî şewitand, lê berteka li hemberî vê bûyerê ku bêyî lêkolîn û bêyî ku karekî tekûz hebe, hin kes bên û kolanan ne-ewleh bikin, quranê bişewitînin, hîcabê ji serê jina bihîcab bikişînin, agir berdin mizgeft û huseyniye û erebeyên gel, bertekeke asayî û xwezayî nebû.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî tekeziya li ser vêya ku ev ajawegêrî li gorî planê bûn, got: Eger mijara vê keça cewan jî nebûya, wan ê behaneyeke din bianîna da ku îsal di destpêka meha Mêhrê da, bêewlehîtî û aloziyê li welêt çê bikin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Li cîhanê gelek alozî çê dibin û li Ewropayê û bi taybet Fransayê û Parîsê carinan aloziyeke mezin pêk tê.

Wî tevî tekeziya li ser vê yekê ku diyarkirina mixabiniyê ji aliyê Amerîkayê va ji ber koça dawî ya keçeke cewan derew e û ew berovajiya tiştê nîşan didin, ji ber hebûna vê behaneyê bo pêkanîna bûyeran kêfxweş in, got: Li welêt berpirsên sê saziyên welêt mixabiniya xwe diyar kir û Hêza Dadweriyê soz daye ku mijarê heta dawiyê bişopîne.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi bilezbûna pêşketina welêt di hemî beşan da û hewildanên ji bo vekirina hin girêkên kevn û çalakbûna beşa berhemanîn û zanistbingeh û şiyana welêt di bêbandorkirina boykotan da, tekez kir: Ew naxwazin ku ev pêşketin li welêt pêk bên û bi mebesta rawestandina vê hereketê, ji bo betalkirina zanîngehan û ne-ewlehkirina kolanan û mijûlbûna berpirsan bi meseleyên nû li bakûrê rojava û başûrê rojavayê welêt, plan darêştine.

Wî tevî tekeziya li ser vêya ku dijmin di hesabên xwe derbarê bakûrê rojava û başûrê rojhilatê welêt da şaşitiyê dike, got: Ez li nav qewma Belûç jiyame û ew gelekî sozdarê Komara Îslamî ne. Qewma kurd jî qewmeke herî pêşketî ya îranî û meradarê niştîman, îslam û hikûmetê ye, loma nexşeya wan dê bi cih neyê.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Plan û kiryarên dijminan nîşana derûniya wan e, heman dijminê ku di axaftina dîplomatîk da dibêje, biryara wê ya êrîşa ser Îranê û guhertina hikûmetê û dijminatiyê tuneye, derûniyeke wiha heye û li pey pêkanîna ajawegêrî, jinavbirina ewlehiya welêt û rakirina heyecana wan kesan e ku mumkin e bi hin heyecanan bên tehrîkkirin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî tekeziya li ser vêya ku Amerîka tenê dijbera Komara Îslamî nîne û ew her wiha li dijî Îrana bihêz û serbixwe ye, got: Ew li dû Îrana serdema Pehweliyan in ku weke çêleka şîrî destûrên wan bi cih dianîn.

Wî got: Gelek kesên ku hîcaba wan tam nîne, ji alîgirên cidî yên Komara Îslamî ne û di rêûrismên cûr bi cûr da beşdar dibin; pevçûn û behs li ser serxwebûn û berxwedan û xurtkirin û îtidara Îrana Îslamî ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tekez kir: Helbet hinek ji van kesên ku tên nav kolanan ji bermahiyên kesên derbelêketî ji Komara Îslamî weke minafiq, cudatîxwaz, seltenetxwaz û malbatên SAWAK'iyên nefretbar in ku Hêza Dadweriyê divê li gorî asta beşdariya di wêrankirinan û derbeya li ewlehiya kolanan, cezayê tayîn bike û wan darizîne.

Serepeyv