Emîr-Ebdullahiyan: Civîna Lijneya Giştî divê bibe derfetek ji bo çareserkirina kêşeyên cîhanî
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê hêvî xwest ku civîna niha ya Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bibe derfetek ji bo danûstandina nêrînan li ser çareserkirina kêşeyên cîhanî li warê aştî û ewlehiya navneteweyî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê roja Sêşemiyê li hevdîtina tev Çaba Karûşî serokê Civata Giştî ya NY li New Yorkê diyar kir, Îran giringiyê dide Civata Giştî ya NY û hêvî xwest ku ev forum bibe derfetek ji bo pevguhertina nêrînan li ser çareserkirina kêşeyên cîhanî di warê aştî û ewlehiya navneteweyî de.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha rewşa dawîn a gotûbêjên berdewam ên ji bo vejandina Rêketinnama Navokî û peyamên ku bi aliyê Amerîkayê ve hatine guheztin şirove kir û got: Terorîzm û tundrewî hîn jî kêşeyên sereke yên navça Rojhilata Navîn in ku berfirebûna aloziyan li Efxanistanê, bûye sedema nîgeraniyên cidî ji bo welatên herêmê.
Emîr-Ebdullahiyan destpêşxeriya Komara Îslamî ya Îranê wek damezrênerê sereke yê biryarnama rûbirûbûna tozê da şirove kir û ev diyarde wek pirsgirêka hevpar a welatên navçeyê da zanîn ku tendirûstiya bi milyonan kes xistiye ber metirsiyê û hêvî xwest ku Civata Giştî bikare bala cîhanî bikşîne ser pêwîstiya mijûlbûna bi vê diyardeyê.
Çaba Karûşî, serokê 77mîn civîna Civata Giştî jî, pêşwaziya nêzîkatiyên Komara Îslamî ya Îranê kir û bal kişand ser şiyana dezgeha dîplomatîk a Îranê û got: Îranê di pêvajoya pêkanîna tewafiqê di biryarnamên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, roleke çalak dilîze.
Karûşî her wiha bal kişande ser nekarîna Encumena Asayişa Navdewletî derheq çareseriya gelek mijarên cîhanî û got: Hêviya giştî ya welatan ew e ku Civata Giştî di mijara danûstandinîn derheq pirsên ewlekariya cîhanî de çalaktir bibe.
Serokê Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) amaje bi nîgeranî û fukarên niha ya cîhanê li warê avê kir û hêvî xwest ku Îran di meha adara bê de bi awayekî çalak beşdarî konferansa cîhanî ya birêvebirina çavkaniyên avê bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan ku ji bo beşdarbûna li 77. Civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî çûbû New Yorkê, êvara Sêşemê bi saeta herêmî ji New Yorkê ber bi Tehranê ve bi rê ket.