Îlon 26, 2022 09:43 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Danûstandina peyaman di navbera Amerîka û Îranê da pêk tê

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand: Danûstandina peyaman di navbera Amerîka û Îranê da bi rêya hin wezîrên derve û hevahengker pêk tê.

Emîr-Ebdullahiyan di hevdîtina bi Feysel Miqdad li kêleka civîna Civata Giştî ya NY li New Yorkê derbarê pêvajoya gotûbêjên navokî, got: Danûstandina peyaman di navbera Amerîka û Îranê da bi rêya hin wezîrên karên derve û hevahengker va pêk tê. 

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran bi berxwegirtina nêrîneke mentiqî rêya dîplomasiyê dişopîne û tekezî li ser lihevkirneke mayînde û bi garantiya sûdwergirtin ji sûdên wê yên aborî dike.

Emîr-Ebdullahiyan tevî redkirina her cûre destwerdana derveyî li Sûriyê û kiryarên dijî aramiyê li Rojavayê Asyayê, ragihand: Hevkariya du welatan di salên derbasbûyî da ji bo têkoşînan dijî terorîsm û zêdegaviyê û hevdem digel wê sûdwergirtin ji çarçoveya welatên garantîker ên Pêvajoya Astaneyê bû sebeb ku aştî û aramî zûtir vegere Sûriyê.

Di hevdîtina Feysel Miqdad û Husên Emîr-Ebdullahiyan li kêleka civîna Civata Giştî ya NY li New Yorkê da, her wiha derbarê mijarên eleqedar di warên dualî û hin mijarên navçeyî û navneteweyî gotûbêj hat krn.

Feysel Miqdad wezîrê derve yê Sûriyê jî tevî sipasiya ji Îranê ji ber rola girîng di pêkanîna aştî û aramiyê li navçeyê û têkoşîna bibandor li hemberî terorîsmê, got: Hevkariya Tehran û Şamê di her du astên navçeyî û navneteweyî da bi baştirîn awayî didome.

Miqdad her wiha got: Şam di rewşa niha da tekeziyê li ser hevkariyên aborî û bazirganî bi mebesta têkoşîna dijî bandorên ziyanbar ên kiryarên neqanûnî yên welatên rojavayî li dijî gelê Sûriyê dike.

Alûgorên navçeyî ji wan dahêneriyên siyasî yên hin welatên ereb ji bo vegeriyana Sûriyê bo Yekîtiya Ereban, rewşa Filistînê û alûgorên navneteweyî ji wan li Ukraynê, ji mijarên din ên gotûbêja wezîrênn derve yên Sûriye û Îranê bûn.
 

Serepeyv