Wezîrên derve yên Îran û Imaratê li New Yorkê civiyan
Wezîrên derve yên Îran û Imaratê li New Yorkê civiyan û li ser mijarên eleqedar şêwirîn.
Li gorî rapora Fars Newsê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê û Şêx Ebdullah bin Zayid Alê Nehyan wezîrê derve yê Imaratê li kêleka civîna 77an a Civata Giştî ya NY li New Yorkê civiyan û derbarê mijarên peywendîdar ên dualî şêwirîn.
Wezîrê derve yê Îranê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji pêvajoya berbipêş a peywendiyên du welatan ji dema desthilatdarbûna dewleta sêzdehem a Îranê, ji xurtkirina zêdetir a peywendiyan bi Imaratê ra di warên cûr bi cûr pêşwazî kir.
Şêx Ebdullah bin Zayid Alê Nehyan jî di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi girîngiya danûstandinên dîrokî û çandî yên navbera Imarat û Îranê, tekezî li ser amadetiya ji bo berfirehkirina hevkariyên aborî û bazirganî û lidarxistina civîna konseya bazirganên du welatan û beşdariya taximên îranî di civînên navçeyê ji wan Konferansa enêrjiyên vegerbar bi mazûvaniya Ebûzebiyê kir.