Îlon 23, 2022 10:40 Asia/Tehran
  • Reyîsî ji New Yorkê ber bi Tehranê va bi rê ket

Serokê Komara Îslamî ya Îranê piştî beşdariya di civîna 77an a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), îro (În) ji New Yorkê ber bi Tehranê va bi rê ket.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê piştî beşdarî û axaftina di civîna 77an a Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da, beşdarî û axaftina di civîna guhertina perwerdehiyê li rêxistina UNESCO'yê, hevdîtina digel rêberên olan, hevdîtina digel pispor û karzanên siyaseta derveyî ya Amerîkayê, hevdîtina digel rêveberên payebilind ên medyayên amerîkî, beşdarî di press konferansê da û hevdîtina digel îraniyên niştecihê vî welatî, roja Înê ji New Yorkê ber bi Tehranê va bi rê ket.

 

Serepeyv