Serokê Komara Îslamî ya Îranê: Lihevkirina bêgarantî bêwate ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Ji ber bêsoziya amerîkiyan, lihevkirina bêgarantî ji bo Komara Îslamî ya Îranê bêwate ye.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê beriya birêketina ber bi New Yorkê va di hevpeyivîna bi CBS'a Amerîkayê ra ku berbanga îro hat weşandin da got: Îran ji bo bidestxistina lihevkirineke baş û edlane cidî ye, lê di vê lihevkirinê da divê garantiyek ehen ku Amerîka nekare jê derkeve.
Reyîsî got: Amerîkiyan bêsozî kir. Dema ku aliyê hember sozên xwe binpê bike, lihevkirin bêwate ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê derbarê îdiayên welatên rojavayî derbarê çêkirina bombeya atomê jî got: Bi caran di vî warî da bersiv hat dayîn; ev îdia bêbingeh in û Komara Îslamî ya Îranê bi caran ragihandiye ku bombeya atomê ti cîgehek di doktorîna wê ya berevaniyê da tune.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê beriya terikandina Tehranê ji bo serdana xwe ya New Yorkê her wiha beşdariya di civîna Civata Giştî ya NY wek dîmenek ji ronkirina nêrîn û helwêstên Komara Îslamî ya Îranê da zanîn.
Hevdem berdevkê Wezareta karên derve qala îhtimala lidarxistina gotûbêjên rakirina boykotan li New Yorkê kir.
Nasir Kenanî Çafî berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro di civîna xwe ya hefteyî digel nûçegihanan tevî amajeya bi serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo New Yorkê ji bo beşdariya di civîna 77an a Civata Giştî ya NY da û îhtimala lidarxistina gotûbêjên ji bo rakirina boykotan, got: Komara Îslamî ya Îranê her derfetekê ji bo hilêxistina nêrînên xwe di mijarên dualî û navneteweyî da bi kar tîne.