Serokê Komara Îslamî ya Îranê ber bi New Yorkê va bi rê ket
Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya di civîna 77an a Civata Giştî ya NY vê sibê ber bi New Yorkê va bi rê ket.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê ku bi armanca dabînkirina berjewendiyên gelê Îranê û hewildana ji bo pêkhatina "Pergala edlane ya navneteweyî bi rêya çendalîtîşopiya aborî" ji Tehranê ber bi New Yorkê va bi rê ket, di vê serdanê da tevî axaftina li civîna 77an a Civata Giştî ya NY, dê tev hejmareke serokên welatên beşdar di vê civînê da jî bicive.
Hevdîtina digel serokên hin welatan ji wan welatên ewropî di vê serdanê da hatiye pêşbînîkirin.
Axaftina di Rêxistina Perwerdehî, zanistî û çandî ya NY, UNESCO, beşdariya di civîna olan da, gotûbêja bi îraniyên niştecihê Amerîkayê û beşdariya li press konferansê ji bernameyên birêz Reyîsî di vê serdanê da ne.
Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve, Elî Baqirî, alîkarê siyasî yê wezîrê derve û serokê tîma gotûbêjker a Îranê di gotûbêjên rakirina boykotan da, Xulamhusên Îsmayîlî serokê Ofîsa serokomartiyê, Muhemed Cemşîdî alîkarê siyasî yê Ofîsa serokomartiyê û Wehîd Celalzade serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta derveyî ya Meclîsa Şêwraya Îslamî jî dê hevrêtiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê di serdana bo New Yorkê bikin.