Reyîsî: Îran amadeyî hevkariya bi Rêxistina Hevkariya Şanghayê ra ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i336496-reyîsî_Îran_amadeyî_hevkariya_bi_rêxistina_hevkariya_Şanghayê_ra_ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê amadetiya Tehranê ji bo hevkariya digel welatên endam û Rêxistina Hevkariya Şanghayê di hemî waran da ragihand.
(last modified 2023-08-28T12:11:04+00:00 )
Îlon 15, 2022 09:45 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Îran amadeyî hevkariya bi Rêxistina Hevkariya Şanghayê ra ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê amadetiya Tehranê ji bo hevkariya digel welatên endam û Rêxistina Hevkariya Şanghayê di hemî waran da ragihand.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di roja duyem a serdana xwe ya bo Uzbekistanê da, di hevdîtina tev Jang Mîng Sekreterê gişt ê Rêxistina Hevkariya Şanghayê da, tevî şirovekirina kiryarên Komara Îslamî ya Îranê ji bo endamtiya li Rêxistina Hevkariya Şanghayê, potensiyelên Îranê di warên siyasî, teknolojî, aborî û tranzîtî da şirove kirin.

Sekreterê gişt ê Rêxistina Hevkariya Şanghayê jî tevî amajeya bi kiryarên sekreterxaneya vê rêxistinê ji bo endamtiya hertimî ya Îranê di yekîtiya navçeyî da, got: Roja derbasbûyî soznameya tevlîbûna Îranê li Rêxistina Hevkariya Şanghayê ku çil belgenameyan digire ber xwe, hevrê digel Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê hat wajokirin.

Jang Mînk got: Îran welatekî mezin û bibandor e û dikare roleke girîng di ewlehiya navçe û cîhanê da bilîze.

Sekreterê gişt ê Rêxistina Hevkariya Şanghayê her wiha got: Îran wek welatekî mezin li navçeyê bi palpiştiya babetên hevpar ên dîrokî û şaristanî yên zehf digel welatên navçeyê, peywendiyeke siyasî û bazirganiya baş bi endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê ra heye.