Pêdagiriya Îranê li ser çareserkirina nakokiyên di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê bi rêyên aştiyane
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, dilgiraniya xwe ji zêdebûna kêşe û nakokiyên sînorî di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê de ragihand û xwest ku her dualî ser hemdê xwe bibin û nakokiyên navbera xwe bi rêyên aştiyane û li ser bingeha qanûnên navneteweyî çareser bikin.
Li gor rapora Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Karûbarên Berdevkiya Wezareta karên derve ya Îranê, "Nasir Kenanî Çafî" berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, roja sêşemiyê carek din li ser nepejirandina her cure guhertinekê di sînorên Komara Azerbaycan û Komara Ermenistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve pêgîrî kir.
Kenanî Çafî bal kişande ser wê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên vê meselê dike û li ser pêwîstiya rêzgirtina yekparçeyiya axa her du welatên Komara Azerbaycan û Ermenistanê tekez dike û di vî halî de Komara Islamî ya Îranê amade ye ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera her du welatan de her alîkariyekê bide.
Komara Azerbaycanê û Ermenistanê îro danê sibê derbarê rûdana şer û pevçûnekê li ser sînorên her du welatan agahî dan û hevdu bi êrişên ser sînor û lawazkirina agirbestê tawanbar kirin.