Îlon 13, 2022 15:14 Asia/Tehran
  • Reîsî: Sînorên dîrokî yên Îran û Ermenîstanê bingeha lihevhatin û ewlehiya herêmê ne

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Sînorên dîrokî yên Îran û Ermenîstanê zemîna bextewerî, lihevhatin û ewlehiya navçê têne hesibandin û Tehran bi rijd e li ser berdewamiya hevkariyê di hemî waran de ji bo berjewendî û tenahî û aramiya herêmê.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê li bersêva peywendiya telefonî ya serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, dilgiraniya xwe ji berdewamiya aloziyên navçê nîşan da û got: Qefqasya şert û mercên taybet derbas dike û mixabin hê aramî venegeriyaye herêmê.

Reîsî bal kişand ser bandora Rejîma Siyonîst li navçê û hebûna vê Rejîma dagîrker li dijî ewlehî navçê û metirsiyek ji bo tevaya navçê ji wan ji bo mazûvanên vê rejîmê bi xwe da zanîn.

Serokê Komara Islamî ya Îranê eşkere kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi berdewamî çavdêriya rewş û pêşhatên navçeyên Qefqasyayê dike û eşkere kir ku, herêm nikare şerekî din tehemûl bike.

Reîsî bal kişande ser vê yekê ku ewlehiya navça Qefqasyayê ji bo Komara Islamî ya Îranê pir girîng e û got: Welatên îmzeker ên ragihandina agirbesta sêalî divê pêbendî xalên wê bibin û xwe ji her kiryarekê bo çêkirina aloziyê li navçê dûr bigirin.

Nîkol Paşîniyan bi pêşkêşkirina raporekê li bara dawîn pêşhatên navça Qefkasyayê got: Komara Îslamî ya Îranê hertim roleke çêker û bi bandor li çareserkirina alozî û qeyranên navçê lîstiye.

Serokwezîrê Ermenistanê herwiha kêfxweşiya xwe ji berfirebûna peywendiyên Têhran û Êrîvanê nîşan da û pêgirî kir: Ermenistan li her warî de hewl dide peywendiyên xwe bi Komara Îslamî ya Îranê re kûrtir bike.

Serepeyv