Tebax 29, 2022 16:47 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Bernameya giştalî ji bo hevkariya Îran û Rûsiyê heye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bernameya giştalî ji bo hevkariya Îran û Rûsiyê heye.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di civîna nûçeyî digel nûnerên ajansên nûçeyan ên navxweyî û derveyî da, derbarê zêdebûna danûstandina navbera Îran û Rûsiyê, got: Hevkariya me bi welatên Rûsiyê ra hevkariyeke stratejîk e û di warên cûr bi cûr da berfireh dibe.

Reyîsî bi gotina vêya ku di civînên serokomarên du welatan da tekezî li ser dewama hevkariyê û rakirina berbendan hatiye kirin, got: Ev hevkarî didome û bernameya giştalî ji bo vê hevkariyê heye ku versiyonên wê yên seretayî navbera wezaretên derve yên du welatan hatine cîbicîkirin da ku bigihêje encameke diyarkirî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Sermiyandanîna di warê enêrjî û neft û gazê da vê demê di halê pêkhatinê da ye û tê şopandin û hin babetên wê jî bi cih hatine.

Reyîsî tevî amajeya bi çar hêmanên bingehîn di gotûbêjên rakirina boykotên Amerîkayê li dijî Îranê da, got: Tiştê ku di lihevkirinê da tê çaverêtîkirin, ya yekem garantiyên dilniyaker, ya duyem ceribandina rastiyê ya aşkira û pratîkî derbarê rakirina boykotan, ya sêyem rakirina boykotan bi awayekî watedar û mayînde, û ya çarem jî bidawîanîna îdiayên siyasî yên têkildarî pergala kontrolkirin û çavdêriyê ye.

 

Serepeyv