Tebax 18, 2022 14:44 Asia/Tehran
  • Îranê kiryara terorîstî ya li mizgefteke li Kabulê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê teqîna terorîstî ya li mizgeftekê li Kabula paytexta Efxanistanê şermezar kir.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Berdevkiya Wezareta Karên Derve, "Nasir Kenanî Çafî" Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, îro Pêncşemê hevxemiya xwe bi malbatên şehîdên teqîna bombeyî ya li Mizgefta Kabulê ragihand û ev kiryara terorîstî şermezar kir. 

Duh ji ber teqîna li mizgefta “Sidiqiye” ya li devera Xêrxanê ya bajarê Kabulê, 30 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.

Ji dema ku Talîban di 15ê Tebaxa 2021an de li Efxanistanê hat ser desthilatê, vî welatî bi dehan êriş û teqînên terorîstî dîtine ku berpirsatiya piraniya wan koma têrorîst a DAIŞê girtiye ser xwe.

Bûyera gelek êriş û teqînên terorîstî li navçeyên curbicur ên Efxanistanê nîşan dide ku berevajî îdiayên hikûmeta demkî ya koma Talîbanê, vê komê nekariye sozên xwe derbarê damezrandina ewlehiya pêwîst li navçeyên curbicur ên vî welatî pêk bîne.

Serepeyv