Li başûrê rojavayê Îranê bandeke mezin a qaçaxçiya çek û cebilxaneyan hat rûxandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335887-li_başûrê_rojavayê_Îranê_bandeke_mezin_a_qaçaxçiya_çek_û_cebilxaneyan_hat_rûxandin
Fermandeyê polîsê parêzgeha Xûzistanê ya Îranê ji îmhakirina bandeke mezin a qaçaxçiya çek û cebilxaneyê û dîtina barekî giran a çekan li vê parêzgeha başûrê rojavayayê welêt xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2022 05:24 Asia/Tehran
  • Li başûrê rojavayê Îranê bandeke mezin a qaçaxçiya çek û cebilxaneyan hat rûxandin

Fermandeyê polîsê parêzgeha Xûzistanê ya Îranê ji îmhakirina bandeke mezin a qaçaxçiya çek û cebilxaneyê û dîtina barekî giran a çekan li vê parêzgeha başûrê rojavayayê welêt xeber da.

Piştî serketina inqilaba îslamî, çalakiyên curbicur ji bo serkutkirin û rûxandina Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê Amerîka, Rejîma Siyonîst û hevpeymanên wan ên navçeyî ve hatin despêkirin.

Di van salên dawî de, bi têkçûna zexta herî zêde ya cezayên Amerîkî; Zexta herî zêde ya ewlehiyê ya li dijî Îranê pêk hat; Di van tevgeran de hevkariyeke berfireh di navbera Rejîma Îsraîl, Amerîka û Brîtanyayê de heye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, serdar Seyd Mihemed Salihî, fermandarê polîsê parêzgeha Xûzistanê ya Îranê got: Hîzên Polîsên Xûzistanê yên Îranê, di operasyoneke bi plan û berfereh ya bi piştgiriya îstixbaratî de bandeke qaçaxçiya çek û cebilxaneyan ku dixwestin çekan bigihînin Xuzistanê bi armanca pêkanîna bêewlehiyê li Xûzistanê, nas kirin û endamên wê girtin û ev band îmha kirin.

Serdar Salihî anî ziman ku di vê operasyonê de 2 endamên sereke yên bandê hatin girtin û barekî giran a çekan ku ji 138 kolt, çekek sîmînov û tivingeke nêçîrê pêk dihat hat dîtin û zevtkirin.