Reîsî: Îran ti guhertinek di erdnîgariya siyasî ya herêmê de qebûl nake
Serokomarê Îranê bi gotina vê yekê ku Îran tu guhertinek di erdnîgariya siyasî ya navçê de qebûl nake, got: Têhran amade ye hemû şiyanên xwe ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li navça Qefqasyayê û pêşketin û geşepêdana wê bikar bîne.
Li gorî rapora IRNA`yê, Seyd Îbrahîm Reîsî li bersiva telefonê ya Nîkol Paşînyan serokwezîrê Ermenistanê, têkiliyên her du welatan dîrokî û kûr da zanîn û li ser pêwîstiya plansaziya ji bo zêdekirina asta hevkariyên aborî yên domdar di navbera Têhran û Yêrîwanê sekinî.
Serokomarê Îranê li bara nakokiyên çend rojên derbasbûyî yên li Qefqasyayê jî got: Pabendbûna welatên îmzeker ên lihevkirina sêalî li ser xalên wê û çareserkirina pirsgirêkên mayî bi rêya diyalog û çareseriyên dîplomatîk, baştirîn rê ji bo pêkanîna aştî û ewlehiyê li herêma Qafkasyayê ye.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan jî di vê pêwendiya telefonî de li ser nakokiyên vê dawiyê yên Ermenistan û Komara Azerbaycanê raporek berfireh pêşkêş kir.
Serokwezîrê Ermenistanê herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember pêşdebirina peywendiyên Têhran-Yêrîwanê nîşan da û li ser amadebûna welatê xwe ji bo hêsankirina derbasbûna kelûpelan di navbera her du welatan û zêdekirina hevkariyên di warên jêrxana wek rê û enerjiyê de tekez kir.