Reyîsî: Mêrxasiya xortên filistînî û yemenî dewama rêya Înqilaba Îslamî ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî şermezarkirina cinayetên siyonîstan li dijî gelê Xezeyê, morala mêrxasiyê ya xortên filsitînî yên têkoşer wek dewama rêya Înqilaba Îslamî da zanîn.
Li gorî rapora IRNAyê, Ayetullah Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê di hevdîtina di gel komeke malbatên şehîdan da tevî sersaxîdana rojên şîndariya Îmam Husên (S) û şermezarkirina cinayetên siyonîstan dijî gelê Xezeyê, got: Îqtidar û mezinahiya ku roja îro di tevegrên berxwedana filistînî da tê dîtin, encama dijayertiya bi istikbarê û xwebaweriyekê ye ku Înqilaba Îslamî ya Îranê li navçeyê pêk aniye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî bibîrxistina cinayetên siyonîstan li dijî gelê Xezeyê, got: Gelê Filsitînê yê roja îro bi raboriya wan ra li ber hev dayînin, pêştir nêrîna gelê Filistînê li maseyên weke Camp David, Şerm ul-Şeyx û Peymana Aştiyê ya Osloyê bû; Lê roja îro li hemberî zilma siyonîstan tê dikoşe û însiyatîv ketiye destê xortên filistînî. Ev morala berxwedanê bi bereketa xwîna şehîdên şerê sepandî (yê Iraqê dijî Îranê di dehika 1980î da) û berevanên heremê ye.