Civîna şanda danûstandinan a Îranê ligel "Enrique Mora"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335677-civîna_şanda_danûstandinan_a_Îranê_ligel_enrique_mora
Tîma danûstandinan a Îranê di dewama hevdîtinên Viyenê de bi koordînatorê Rêkeftina Navokî re civiya û pê re şêwirîn kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2022 05:21 Asia/Tehran
  • Civîna şanda danûstandinan a Îranê ligel

Tîma danûstandinan a Îranê di dewama hevdîtinên Viyenê de bi koordînatorê Rêkeftina Navokî re civiya û pê re şêwirîn kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Elî Baqirî Kenî" endamê payebilind ê desteya muzakereyên Îranê duhî (îniyê) li gel tîma Îranê bi Enrîque Mora kordînatorê bernama navokî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêj kirin.

Dîplomatên Îranî tekez kirin: îstiqrara rêkeftinê di hevsengiya wê de ye û pêbawerî li hember pêbaweriyê ye.

Li gorî dîplomatên Îranî: Pirsgirêkên derbarê Peymana Çavdîrî û Parastinê yên ku tên îdiakirin, ji ber zextên siyasî çêbûne û bi zextên siyasî berdewam bûne û di eslê xwe de siyasî ne û nabe ku di pêşerojê de ji bo binpêkirinan li dijî Îranê bên bikaranîn.

Dîplomatên Îranî derbarê atmosfera hevdîtinên Viyenê de jî diyar kirin: Niha saetên diyarker in û divê di zûtirîn dem de piştrastiya aliyê Îranê were bidestxistin.