Kenanî: Divê hikûmeta Talîban ewlekariya şîndarên Huseynî dabîn bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335676-kenanî_divê_hikûmeta_talîban_ewlekariya_şîndarên_huseynî_dabîn_bike
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi şermezarkirina teqînên terorîstî yên li Kabulê, destnîşan kir: Em li bendê ne ku rayedarên dewleta demkî ya Efxanistanê bi sedema hebûna şîniyên Huseyan li mizgeft û merasîmên şînê, tedbîrên ewlehiyê yên zêdetir bidin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2022 04:47 Asia/Tehran
  • Kenanî: Divê hikûmeta Talîban ewlekariya şîndarên Huseynî dabîn bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi şermezarkirina teqînên terorîstî yên li Kabulê, destnîşan kir: Em li bendê ne ku rayedarên dewleta demkî ya Efxanistanê bi sedema hebûna şîniyên Huseyan li mizgeft û merasîmên şînê, tedbîrên ewlehiyê yên zêdetir bidin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî bi derbirîna xemgînî û dilgiraniya xwe ji şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke zêde ji welatiyên bêguneh ên Efxanistanê di teqînên terorîstî yên roja Îniyê 7`ê Muherremê li bajarê Kabulê, bi tundî ev êrişên terorîstî şermezar kir.

Roja Înê, medyaya Efxanistanê ragihand ku teqînek li rojavayê Kabulê pêk hat û di encamê de hejmarek welatiyên efxan şehîd û birîndar bûn.