Text Rewançî: Îran piştevana hertimî ya jiçekkirina navokî li cîhanê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335647-text_rewançî_Îran_piştevana_hertimî_ya_jiçekkirina_navokî_li_cîhanê_ye
Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY Komara Îslamî ya Îranê wek piştevana hertimî ya jiçekkirina navokî li cîhanê da nasandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 04, 2022 04:36 Asia/Tehran
  • Text Rewançî: Îran piştevana hertimî ya jiçekkirina navokî li cîhanê ye

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY Komara Îslamî ya Îranê wek piştevana hertimî ya jiçekkirina navokî li cîhanê da nasandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Mecîd Text Rewançî Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li NY di dehemîn konferansa navneteweyî ya venihêrîna NPT'yê li navenda NY li New Yorkê, got: Komara Îslamî ya Îranê bi heman qasî ku piştevana hertimî ya jiçekkirina navokî ye, sozdarê belavnekirinê ye jî û ji cihanîna bêyî cihêkariyê û bêalî ya pergala çavdêriyê ji aliyê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî piştgirî dike.

Text Rewançî her wiha got: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê divê erkên xwe bi awayê profesiyonal û bêyî berçavgirtina zzexta aliyên sêyem û bi taybet tawanên bêbingeh ên rêxistinên sîxoriyê pêk bîne.