Tebax 03, 2022 20:41 Asia/Tehran
  • Mora diçe Viyenê da ku li ser pakêta Rêkeftina navokî ya Borrell nîqaş bike

Cîgirê berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê "Enrique Mora" ragihand ku ji bo gotûbêjkirina pakêta ku ji aliyê Brukselê ve ji bo rêketinama navokî ya bi Îranê re hatiye pêşniyarkirin, diçe Viyenê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Mora roja çarşemiyê li peyamekê li Twitterê nivîsî: "Ez ji bo gotûbêjkirina vegerandina cîbicîkirina tam a Rêkeftina Navokî li ser bingeha pakêta ku ji aliyê Brukselê ve ji bo rêketina navokî bi Îranê re hatiye pêşniyarkirin,diçim Viyenê."

Di 26ê Tîrmehê de bû ku "Joseph Borrell" berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê pêşniyara ku danîbû ser maseyê di notekê de di rojnama Financial Times de ragihandibû û nivîsandibû: Ev metn peymana herî baş e ku ez wek hêsankarê danûstandinan mimkun dibînim. Rêkeftin ne bêkêmasî ye, lê ew hemî hêmanên pêwîst radixe ber çavan û lihevkirinên dijwar ên ku ji hêla hemî aliyan ve hatine çêkirin dihewîne. 

Di heman rojê de, Elî Baqirî Kenî serokê danustandinên Komara Îslamî ya Îranê li ser vê mijarê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsîbû: "Di heftiya derbasbûyî de, li bara muzakireyên Viyenê, di heyama heftiya derbasbûyî de, danûstandineke cidî û avaker bi aliyên dijber re hatiye kirin. Koordînator ji bo kurtkirina danûstandinan nêrînên xwe pêşkêş kir. Her wiha nêrînên me jî hene ku hem ji aliyê form û hem jî ji aliyê naverokê ve dê ser danûstandinan bên kirin û bên parvekirin."

Serepeyv