Hejmara miriyên lehiyên vê dawiyê li Îranê gihîşte 69 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335577-hejmara_miriyên_lehiyên_vê_dawiyê_li_Îranê_gihîşte_69_kesan
Alîkarê teknîkî û hevahengiya jinûve-çêkirinê yê Rêxistina Rêveberiya qeyranê ya Wezareta karên derve ya Îranê qala mirina 69 kesan ji ber lehiyên vê dawiyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2022 08:08 Asia/Tehran
  • Hejmara miriyên lehiyên vê dawiyê li Îranê gihîşte 69 kesan

Alîkarê teknîkî û hevahengiya jinûve-çêkirinê yê Rêxistina Rêveberiya qeyranê ya Wezareta karên derve ya Îranê qala mirina 69 kesan ji ber lehiyên vê dawiyê kir.

Nijad Cehanî, Alîkarê teknîkî û hevahengiya jinûve-çêkirinê yê Rêxistina Rêveberiya qeyranê ya Wezareta karên derve ya Îranê roja Yekşemiyê got: Li gorî amaran heta vê kêliyê 69 kesan ji ber lehiyên vê dawiyê li Îranê canê xwe ji dest daye.

Wî got: 24 parêzgehê tûşî qeyrana lehiyê bûn û hejmara herî zêde ya miriyan li parêzgeha Tehranê bûye û piştî wê jî Kirman, Yezd, Mazenderan, Merkezî û Sîstan û Belûçistan tên.

Alîkarê teknîkî û hevahengiya jinûve-çêkirinê yê Rêxistina Rêveberiya qeyranê ya Wezareta karên derve ya Îranê got: Ji nav miriyan, 6 kes û ji 45 kesên wendabûyî jî 3 kes welatiyên Iraqê ne.